Yekem Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê sibê dest pê dike
- 09:04 4 Mijdar 2024
- Çand û Huner
Gulîstan Gulmuş
AMED - Yekemîn Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de ango sibê dest pê dike. Şanoger Şîlan Alagoz, bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê banga tevlîbûnê li gel kir û got: "Em dikarin di her qadan de bi rengê xwe, xwe binîn ziman."
Bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) û Rêxistina ÎVA'yê wê di navbera 5-10'ê Mijdarê de "Mihrîcana Şanoya Jinê ya Amedê" bê lidarxistin.
Di mîhrîcanê de ku wê 6 rojan berdewam bike, dê 9 lîstikên şanoyê bên lîstin û panel û atolye bên lidarxistin. Di mîhrîcanê de ligel Enqere, Îzmîr û Stenbolê, ji bajarên Kerkûk ên Herêma Kurdistana Federe û bajarên Seqiz û Sine yên Rojhilatê jî dê şanoger beşdar bibin. Lîstik û sohbetên ku dê bên lîstin dê li ser pirsgirêk, maf û têkoşîna jinan be.
Şanoger û endama Şanoya Bajêr a Amedê Şîlan Alagoz, derbarê mîhrîcana ku dê sibê bê lidarxistin de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Şîlan Alagoz pêşî naveroka mîhrîcanê parve kir û got: "Em cara ewil bi dirûşmeya ‘Ber bi Rojê’ ve mîhrîcaneke jinan pêk tînin. Ew ê bibe yekemîn û yekane mîhrîcana jinan. Mîhrîcan wê bi lîstikvanên jin, xebatkarên jin û hemû mijarên jin pêk were. Her kes bi xebatên xwe helwesta xwe nîşan dide. Weke hunermend me xwest bi hunera xwe tundiya li ser jinê nîşan bidin. Bi tevahî 9 lîstikên me hene, 3 ji wan ji Stenbolê, 1 ji Îzmîrê, 1 ji Enqereyê, 2 ji Rojhilat û 1 jî ji Başur e. Ev lîstik dê bi sê zimanan bên lîstin. Wê bi kurdî, tirkî û soranî bê lîstin. Ne tenê di warê komployê de, di heman demê de lîstikvan dê hemû jin bin. Ez di lîstikan de li qada teknîkî dinêrim. Bi rastî ev rewşek balkêş e. Karên teknîkî bi gelemperî wekî karekî ku mêr dikarin bikin têne zanîn, lê ne wisa ye, em vê yekê îspat dikin. Em dikarin li her qadê xwe bi rengên xwe îfade bikin."
Şîlan Alagoz dû re bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê û wiha bang li hemû jinan kir ku beşdarî mîhrîcanê bibin: “Sedema girîngiya vê mîhrîcanê ew e ku jin di her qadê de xwe îfade bikin. Di şanoyê de gelek qadên şanoyê hene û di vê mîhrîcanê de wê diyar bikin ku jin di van hemû qadan de serkeftî ne. Ji bo ku vî karî bike teqez hewcedariya me bi mêrekî nîne. Taybetmendiya mîhrîcanê ji vir tê. Nêzî 4 meh in em li ser vê mîhrîcanê dixebitin. Di vê xebatê de wê KASED, Rêxistina Sanatça, Şanoya Bajêr a Amedê û rêxistina IV. Mîhrîcana me di 5’ê Mijdarê de dest pê dike, em ji hemû pêkhateyan jinan vedixwînin mîhrîcana xwe, teqez em li benda wan in.”
Bernameya Mihrîcana Şanoyê ya Jinan bi vî rengî ye:
* 5'ê Mijdarê: Şanoya bi navê Çalakiya malçêkiri dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.
* 6'ê Mijdarê: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê wê bi beşdariya nivîskar Sureyya Karacabeyê axaftina bi navê Jin Li Şanoyê Ne bê lidarxistin.
* Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê saet di 14.00'an de bi beşdariya derhêner Berfîn Zenderlîoglû wê atolyeya bi navê "Kargeha Vegotina Çîrokan" bê lidarxistin.
* Performansa Hunermend Filiz Bozkûş a bi navê Al'ın Gong wê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê pêşandan.
* 7'ê Mijdarê: Wê gotûbêja “Girningîya şanoyê di Jiyana Jinan de û bandorên wê yên erênî yên li ser ramanê û civakê" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bi beşdariya Sîmîn Çayçî saet di 15.00'an de bê lidarxistin.
* Lîstikvan Nazan Kesal dê di lîstika yekkesî a bi navê "Birînên Min Ji Ber Evînê ne" ku dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê lîstin, wê helbestvana jin a îranî Furux Farrohzadê nîşan bide.
* 8'ê Mijdarê: Yek ji lîstikvana Koma Hunerên Şanoyê ya Bogazîçî (BGST) Aysel Yildirim, lîstika yekkesî a bi navê "Bir Kadın Yaniyor" ku derhêneriya wê Sevîlay Saral dike, dê di saet 15.00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.
* Lîstika "Temok" a ku derhêneriya wê Temok Perwîz Ehmedî dike saet di 19.30'yî de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîsîtin.
* 9'ê Mijdarê: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê axaftina bi navê "Di Şanoya Kurdî de Jin" wê bi beşdariya lîstikvana şanoyê Pelda Bal Demîr bê lîstin.
* Lîstika "Hîn Jî Gotina Me Neqedîyaye" ya lîstikvanên Rojhilatî dê saet di 15.00'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve ser dikê.
* Şanoya BGST ya bi navê "Sevgî Soysal Di Jiyanê de israr dike" dê saet di 19.30'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve ser dikê.
* 10'ê Mijdarê: Lîstika "Salma" ya lîstikvanên şanoyê yên Kerkûkî yên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin dê saet di 15.30''yî de li Şanoya Bajarê Amedê bê lîstin.
* Lîstika bi navê "Mêdêa" ya bi kurdî ya ji Enqereyê tê wê saet di 19.30''yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîstin.