Rapora KCDP'ê ya Cotmehê: 48 jin hatin qetilkirin
- 12:50 5 Mijdar 2024
- Çeteleya Tundîyê
STENBOL - KCDP'ê di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jinan jî bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP’ê, di meha Cotmehê de 48 jin hatin qetilkirin û 23 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
'Pêkanîna pêşniyarên çareseriyê erka dewletê ye'
Her wiha di raporê de ev tişt hatin gotin: “Heta ku neyê diyarkirin kê û çima jin kuştine; Heta ku darizandinek adil neyê kirin, bersûc û kujer cezayên birêkûpêk negirin û tedbîrên pêşîlêgirtinê neyên sepandin, tundî her ku diçe dê mezin bin. Têkoşîna me ya ji bo rawestandina kuştina jinan li Tirkiyeyê 14 sal in didome. Weke platformê, ji sala 2010’an û vir me pêwîstî pê dît em daneyên kuştina jinan ji raya giştî re eşkere dikin. Mixabin, wezaret bi awayekî sîstematîk daneyên kuştina jinan parve nakin. Li gel ravekirina rastiya jinan û mirina bi guman a jinan, ji bo rawestandina kuştina jinan jî erka dewletê ye ku pêşniyarên çareseriyê yên berbiçav pêk bîne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku hemû wezaretên têkildar û hemû mekanîzmayên ji bo pêkanîna vê erkê seferber bikin."