Alava rewakirina bêhiqûqiyê: Medyaya alîgir
- 09:03 3 Mijdar 2024
- Medya Kritîk
Roza Metîna
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya alîgir a ku seferberiya xwe ya rewakirina bêhiqûqiya îktidarê dewam dike, herî dawî jî bi nûçeyên xwe yên têkildarî tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Esenyurtê, dîsa rola xwe lîst. Elbet em li hemberî vê helwestê şaş neman û me dît ku bi gotina “qaşo rojnameger” û hedefgirtin çapemaniya azad çawa dixwaze bigihêje armanca xwe.
Medya di jiyana civakê de xwediyê cihekî taybet e. Bi bandora xwe dikare civakê bi teşe bike û rê nîşanî civakê bide. Her wiha bandoreke girîng li ser binhişî û derûniya mirovan jî dike. Mirovan hişyar jî dike û alternatîfa girtina agahiyan ava dike. Ev taybetmendiyê wê her tim dibe sedem ku di rojevê de bimîne. Loma medya dibe xaleke girîng a di nava jiyana mirovan û civakê de.
Divê em aliyên neyînî yên medyayê jî ji bîr nekin. Ev aliyên neyînî jî bêtir bi destên îktidarên ku dixwazin paldankên xwe zexm bihêlin, pêk tê. Îktidaran her tim xwestine bi rêya medyayê mirovan û civakê bikin robot. Dema mirov û civak bibin robot wê demê wê bikevin binê kontrola îktidaran jî. Elbet ev têrê nakê. Di heman demê de jî îktidar bi medyaya di binê destên xwe de sûcekî mezin jî dike. Ev sûc jî teşwîqkirina gel a kîn û nefretê ye. Bi taybet jî îktidar dixwaze bi rêya medyaya xwe nifşekî kîndar, oldar û bi nefret derxîne pêş.
Alava rewakirina bêhiqûqiyê: Medyaya alîgir
Ev nifş elbet wê ji bêhiqûqiya tê kirin jî ne dûr be. Jixwe li vir yek ji armanca sereke jî ew e ku bêhiqûqiyê normalîze bikin. Bi rewanîşandana bêhiqûqiyê ya bi destên medyaya alîgir hemû neheqiyên îktidar dikin jî tê xwestin bên veşartin. Yek ji alava rewakirina bêhiqûqiyê ya herî berbiçav jî medyaya alîgir e. Di mînaka tayinkirina qeyûm a ji bo şaredariya Esenyurtê de me ev yek dîsa bi awayekî zela dît. Jixwe berî pergala qeyûm a ku îradeya gel xesp dike bikeve meriyetê, çapemeniya alîgir dikeve meriyetê. Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer piştî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin şûnde dewsa wî Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm hat tayinkirin. Medyaya alîgir bi gotina "tevgerên hesabên wî yên banqeyê û hevdîtinên wî yên bi rêveberên rêxistina terorê hatibû tesbîtkirin" û bi gotinên vi vêya mîna xwest êrişa li dijî îradeya gelan, tayinkirina qeyûman rewa nîşan bide.
Bi gotina ‘qaşo rojnameger’ rêya rewakirina neheqiyan vekirin
Berê jî gelek caran medyaya alîgir bi gotina “qaşo rojnameger” girtin û binçavkirina kedkarên çapemeniya azad xwestiye rewa nîşan bide. Ev gotin wekî rêyeke rewanîşandana neheqiyên ku îktidar dike ji xwe re hilbijartine. Sedemên vê yekê yên berjewendiyê divê em bînin bîra xwe. Şaredariyên ku qeyûm lê hatin tayinkirin me dît ku bi milyonan pere ji bo çapemeniya medyaya alîgir a AKP-MHP’ê razandine. Ji ber ku aborî xaleke girîng a ji bo xwe xwedîkirinê ye loma jî bi tayinkirina qeyûman re şaredarî wekî qadeke rantê hatine dîtin. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo çapemeniya xwe ya alîgirt xurt bike bi milyonan pere ji şaredariyan kişandin û vê çapemeniyê rola manîpulasyonê jî girt ser milê xwe. Her wiha şaredarî di bin deynan de hiştin.
Hunera çapemeniya alîgir a manîpulasyon û hedefgirtinê
Hunera çapemeniya alîgir a manîpulasyon û hedefgirtinê naqede. Herî dawî li Wanê jî çapemeniya alîgir a ku ji Şaredariya Mezin a Wanê bi milyonan pere dixwar ji bo reşkirina şaredariyê ket nav liv û tevgerê. Dîsa serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê çapemeniya alîgir ve di bin navê “alîkariya bi rêxistinê re” hatin hedefgirtin. Mafên mirovî û hiqûqî jî gelek caran bi vî rengî hatine binpêkirin. Lê belê tu dema devê iktidara heyî vedike ji wan demokratir tu kes tune ye.
Mînakên bêhiqûqiya îktidarê
Werin em li ser vê gotinê li çend mînakên bêhiqûqiyê û yên vê gotina îktidarê berovajî dikin, binêrin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û rojnameger Sedat Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê de hatibûn girtin, Nûçegîhana JINNEWS’ê Rabîa Onver ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê teşhîr kir bû hedef. Dîsa rojnameger Heval Onkol û Ceylan Şahînlî ji ber ku di 13’ê Cotmehê de “Mîtinga Azadiyê” şopandin polîsan êrişî wan kirin. Gelek rojnameger niha bi awayekî bêhiqûqî tên darizandin. Ev kedkarên çapemeniya azad ji ber ku nelirêtiyên îktidarê û hunera çapemeniya alîgir a manîpulasyon û hedefgirtinê teşhîr dikin loma jî tên astengkirin. Ev tenê çend mînakên bêhiqûqiya îktidarê ne. Mînakên vê yekê elbet gelek in.
Medyaya alîgir kujeran diparêze
Medyaya îktidara heyî vê bêhiqûqiyê li hemberî zarokan jî dike û kujerên zarokan diparêzin. Di mirina Narîn Guran a 8 salî de me dît ku medyaya alîgir çawa xwest bûyerê ber bi aliyê magazîniyê ve bibe. Bi gotina mijara ‘têkiliya di navbera ap û dayika Narînê de’ hat xwestin, rastiya kuştina Narînê dernekeve holê. Ev hişmendiya ji parastina mafê zarokan dûr e û rasterast ji bo kujerên rast eşkere nebin hewldaneke xapandinê ye. Dîsa di meseleya qetilkirina Rabîa Kabaîş de jî medyaya alîgir gotina ‘întixar kiriye’ derxist pêş lê belê malbata Rabîayê got ‘ev ne întixar e’. Medyaya alîgir a ku rasterast ji birdozî û berjewendiyên iktidara heyî re xizmetê dike bingeha qetilkirina bêhiqûqiyê û qetilkirina jinan jî ava dike.
Têkoşîn û berxwedana kedkarên çapemeniya azad
Derewên medyaya alîgir ên deqeya dawiyê û xapandina civakê wê dîsa bi têkoşîn û berxwedana kedkarên çapemeniya azad bi dawî bibin. Çapemaniya alîgir a ku şerê taybet ê sîstematîk ê dewletê nabîne, tundiya li ser jinan gur dike, hêviya civakê tune dike wê tu carî negihêje armanca xwe. Dê pênûs û sekna kedkarên çapemeniya azad her zindî bin û şopandina rastiya heqîqetê bidomînin.