Rojeva sereke ya mîtîngê wê bibe azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

  • 09:17 16 Mijdar 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu derbarê “Mîtînga Demokrasî û Azadiyê” de ku wê bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdar bibin axivî û diyar kir ku qeyûm û hemû pirsgirêkên ku hatine jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û divê tecrîd bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin.
 
Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê, Şaredariya Xelfetî û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatin kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin hem li bajarên Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Bi taybetî çalakî ji roja qeyûm hat tayînkirin heta îro bê navber li Êlihê berdewam kir. 
 
Ji bo piştevaniya berxwedana gelê Êlihê, li dijî tayînkirina qeyûm û bi taybetî jî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Platforma Saziyên Demokratîk wê sibê li Elîhê "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" li dar bixe. Dê ji hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes û gelek partiyên siyasî beşdarê mîtînga ku dê saet 13.00’an û li Xaçerêya Rêya li Kolanan Amedê bê lidarxistin bibin. Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dê saet 12.00’an weke kortej li Parka Yilmaz Guney kom bibe û beşdarî mîtîngê bibe. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Kolektîfa Rîtmen Azad dê beşdarî mîtîngê bibin. 
 
Derbarê mîtîngê de Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Zeynep Oduncu, diyar kir ku 3 dewrin qeyûm tayînê li şaredariyên gel dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev bû 3 dewr qeyûm tayînê li şaredariya Êlihê dikin. Hevşaredar hatin binçavkirin an jî hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Edîp Solmaz jî şaredarê Êlihê bû hat qetilkirin. Îro carekdin qeyûm hat dayînkirin. Em dizanin ku tayînkirina qeyûm tê wateya qirkirina Gelê Kurd. Her wiha ji roja Birêz Abdullah Ocalan hat dîlgirtin heta îro li Kurdistanê li hemberî Gelê Kurd êriş zêdetir bûn."
 
'Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe' 
 
Zeynep Oduncu, destnîşan kir ku bingeha hemû pirsgirêkan tecrîd e û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Lê belê her roja ku tecrîd tê kûrkirin şer bêtir li Kurdistanê belav dibe, qetilkirin û qirkirin didome. Em tenê tayînkirina qeyûm wek xespkirina şaredariyan nabînin. Tayînkirina qeyûm tê wateya tunehesibandina vîn, ziman, çand û hunerê. Ev yek bi hev re girêdayîye. Ji ber vê sedemê mîtînga ku dê sibê ango 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin dê bibe banga têkbirîna tecrîda Îmraliyê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan. Ji bo aştiyê divê maseya diyalogê carek din bê avakirin." 
 
Li hemberî kurd polîtîkayên şer
 
Parlamenter Zeynep Oduncu, daxuyand ku heta ku ji bo aştiyê maseya diyalogê neyê avakirin dê pirsgirêk her roja ku derbas dibe dê bêtir zêde bibe û wiha bi lêv kir: "Îro îktîdara AKP-MHP'ê li dijî kurdan polîtîkayên şer dide meşandin. Ev şer dibe sedema têkçûna aboriya Tirkiyeyê. Dibe sedema têkçûna welatiyan. Em carek din dibêjin heta ku tecrîd têk neçe dê pirsgirêkên aborî, civakî û çandî her di nav qeyranan de bin. Ji bo domandina tecrîdê domandina qetilkirina jinan, domandina bêhêvîbûna ciwanan û domandina tunehesibandina vîna Gelê Kurd."  
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Zeynep Oduncu, banga tevlîbûna mîtîngê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Êlihê xwedî li vîna xwe derdikeve. Şev û roj têdikoşe. Em ê sibê ango 17'ê Mijdarê li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm, li dijî tecrîdê li qadan bin. Gel di xebat û serdanan de ji me re dibêjin 'Em ê qadan vala nehêlin û çi ji destê me bê li dijî tayînkirina qeyûm û xespkirina vînê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li Êlihê têkoşîna xwe mezin bikin."