Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (16)

  • 09:04 16 Mijdar 2024
  • Dosya
Li dijî kedxwariyê xweparastin
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê ya di qada kedê de û got: "Em tekez dikin ku xizanî jî tundî ye" û diyar kir ku têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî vê tundiyê xweparastin e.
 
Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re li her qadên jiyanê jinan dengê xwe bilind dikin û têkoşîna xwe ya li dijî destdirêjî, destavêtin û tundiyê dikin yek. Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku di vî warî de xebatên xwe dimeşîne, bi dirûşma “Em di têkoşîna maf û jiyana xwe de yek in” amadekariya çalakiyên 25'ê Mijdarê dikirin. 
 
Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher li ser têkoşîna jinên kedkar ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Li dijî şîdetê têkoşîna me berdewam kir'
 
Done Gevher, destnîşan kir ku di nav salekî de şîdeta, destdirêjî û mobbîng pir zêde bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî vê yekê jinên ku di bin banê KESK'ê de nin xebatên taybet dan meşandin. Em bi rêxistinên jinan re hatin cem hev û me pirsgirêkên xwe anî ziman. Me got xizanî bi serê xwe tundî ye û xizaniya jinê jî tê wateya şîdeta li hemberî jinê. Me gelek caran bal kişand ser polîtîkayên dewetê ya di vê mijarê de. Pêvajoyeke me ya TÎS'ê çêbû. Me pêşniyarên xwe ya li dijî şîdet û cudakariyê ji Wezareta Kar re parvekir. Me daxwaza afirandina polîtîkayên nû kir. Em wek jinên KESK’ê ji bo pêşxistina polîtîkayên li dijî şîdetê têkoşînek da meşandin." 
 
Şîdet, taciz û mobbîng... 
 
Done Gevher, di axaftina xwe de bal kişand pêvajoya Peymana Kar a Komî (TÎS) û got: "Hejmara jinên ku bi hiqûqa TÎS'ê dixebitin kêm in. Hejmara jinên bi ewle dixebitin gelekî kêm in. Qadên ku rêxistinbûn zehmet e jin li vir dixebitin. Wek tekstîl û turîzmê, li vir xebatên rêxistinbûna jinê zehmet e. Lê 2 salên dawiyê ev yek hinek kêm bûye û bi peymanê re bêtir daxwaz bi dengek bilind tê ziman. Jin bi rêxistinî pêşengiya grevan dikin. Belê xizanî heye, mafê me yê civakî kêm in. mafê me yê xweser kêm in û di qadên kar de şîdet heye. Ji bo başkirina qada kar em ji ILO 190 wek referans dikirin. Çawa tirkiye ji Peymana Stenbolê betal kir ILO 190 qet nekir rojev. ILO 190 şîdet, taciz û mobbîngê ku li kargehan pêk tê asteng dike. Ne tenê di qadên kar de, di seyahetên ger û şîdeta di nav malê de jî derbasdar e. Di Peymanên Kar ên Komî de mevzuatên navneteweyî di zêdekirina heqdest de nagirin dest, pêvajoya zêdekirina heqdest bi bin asta xizaniyê de dimîne. Îmzekirina ILO 190 ji bo qadên jiyanê ya bi ewle ya kedkarên jin girîng e. Ji ber vê yekê jî xebat, kampanya û hewldanên me yên ji bo îmzekirina ILO 190 girîng e." 
 
'Hêza mezin rêxistinbûne'
 
Done Gevher, daxuyan ku parastina cewherî bi serê xwe têkoşîneke bi rêxistinî ye û wiha bi lêv kir: "Têkoşîna bi rêxistinê dê rê li ber her cure êrişan bigire. Di rêxistina cemaweriyê de Tirkiye di asteke bilind de ne. Di cemaweriyê sendîkayên zer ên ku ji hêla îktîdarê ve tên destekkirin hene. Dewlet rê li ber wan sendîkayan vedike. Lê belê rê li ber rêxistinbûna konfederasyonan digire û her wiha dike hedef. Endamên sendîkayên me çend di ezmunan de serkeftî bin lê piştî di hevditinên rûbirû de nayên tayînkirin. Ev yek ji bo kedkarên jin bêtir zehmet e. Divê ji bo jinan sererastkirinek bê kirin. Rêxistinbûn tê wateya zelalbûna daxwazan. Ji ber vê yekê her tim li hemberî rêxistinbûna me dibin asteng. Lê divê bizanin li hemberî astengiyan hêzeke mezin a rêxistinî heye." 
 
'Em ê dirûşma jin jiyan azadî mezin bikin'
 
Done Gevher, herî dawî bal kişand ser 25'ê Mijdarê û got: "Di qadên kar de dema tu birêxistinî bi tu dizanî ku li hemberî êrişan ne bi tenê ye. Tu dizani ku dê li hemberî êrişan têkoşîneke bi rêxistinî heye. Em bi dirûşma 'Ji bo maf û jiyana xwe di têkoşîne de dibin yek' Di têkoşîne de yek bûn pir bi nirx e. Jin mînaka vê yekê her tim nîşan didin. Em jin di 25'ê Mijdarê de, di meşên şev de, di mîtîngan de bi hev re bin. Em ê li dijî şîdetê çanda berxwedanê pêş bixin. Em ê li dijî her cure êrişê li hember jiyan û mafê xwe ji bo azadiya xwe li qadan bi hev re têbikoşin. Em ê dirûşma 'Jin jiyan azadî' mezin bikin."