'Ji bo doza Narînê xedîderketina civakê girîng e'

  • 11:50 14 Mijdar 2024
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di dema ku daneşîna doza qetilkirina Narîn Gûran rastî eleqe û xwedîderketina gel hat, yek ji parêzerên dozê Asya Cemre Işik jî got, “Bi rastî ez ne li bendê bûm ku şopandineke wisa xurt were kirin û vê rewşê ez jî matmayî hiştim. Eger ev dosya bi heman awayî berdewam bike, ez difikra ku darizandin dê di dawiyê de bi awayekî adîl bi encam bibe."
 
Yekemîn danişîna doza Narîn Gûran a 8 salî ya li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, di 7'ê Mijdara 2024'an de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dema ku bersûcên girtî tevli danişînê bûn, dadgehê biryara berdewamkirina girtina kiryaran da û rûniştina din taloqî 26'ê Kanûna 2024'an kir.
 
Gel, baro, parêzer, siyasetmedar, komeleyên jin û zarokan û saziyên sivîl eleqeyeke mezin nîşanî dozê dan. Kiryar û xizmên wan diyar kirin ku ji ber vê baldariya giran ew bêzar bûne. Ji ber ku kiryaran di tevahiya rûniştinê de gelek caran gotinên wekî "Min ne dît, nebihîst, nizanim" bikar anîn, fikarên ronîkirina bûyerê zêde kirin.
 
Ji parêzerên baroyê ku tevlibûna wê ya dozê hat qebûlkirin û parêzera dozê Asya Cemre Işik, derbarê danişînê de nirxandin kir. 
 
Malbatê zexta gel hîs kir
 
Asya Cemre Işik, diyar kir ku di danişînê de pêşketinên baş çêbûn û anî ziman ku hemû bersûc û şahidên dosyayê hatine guhdarîkirin û ew ji pêvajoya dozê ya ku di demeke dirêj û dijwar de bi pêş ketiye, memnûn in. Cemre Işik bal kişand ku dosya ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û got, “Me dizanibû ku rûniştin û edliye dê qelebalix be, lê ji hêviyên me zêdetir bû. Girseya gel zêde bû. Lê vê girseya gel bersûc û xizmên bersûcan kirin nav gûmanan û aciz kir. Ji ber ku parêzerên bersûcan ev acizî gelek anîn ziman. Her wiha rexne kirin ku ew gelek hatine sûcdarkirin û çavê raya giştî li ser wan e. Me ev yek dît." 
 
'Malbatê ji ber îşkenceyê serlêdana sûc nekir'
 
Cemre Işik, bal kişand ku di danişînê de gelek caran sûcdaran qala îşkenceyê kirin û got, “Me dît ku îşkence di noqteya ku herî zêde Baroya Amedê hesas e tê sûcdarkirin. Ev jî sûcdarkirineke neheq e. Baroya Amedê saziyek e ku di dîroka xwe de bi helwesta xwe ya tund li dijî binpêkirina mafên mirovan tê naskirin e. Di vê mijarê de tu gumana min tune ye, ez bawer im ku serokê baroyê û rêveberiya wê demê dema ku ji vê meselê agahdar bûn, wek ku divê tevgeriyane. Nahît Eren ku wê demê serokê baroyê bû li dijî van îdiayan daxuyaniyeke berfireh da. Ger hewce bike ku em bi kurtî behsa wê bikin; Malbatê dema ji bo piştgiriyê çû baroyê ev mijar anî ziman. Serokê baroyê û endamên lijneya pê re diyar kirin ku ew dixwazin prosedurên pêwîst bidin destpêkirin, lê ji bo vê pêwîstî bi daxwaznameyeke nivîskî heye. Gotin ger bi nivîskî serlêdan bikin dê serî li dozgeriyê bidin."
 
'Sûcdarkirina baroyê ne di cih de ye'
 
Cemre Işik der barê îdiayên îşkenceyê de got, “Em parêzer in, rayeya me nîne ku em bi erka xwe tevbigerin. Em li gorî gotinên muwekîlên xwe tevdigerin. Serokê baroya me û heyeta pê re beriya niha di hevdîtina bi malbatê re ev tişt gotin. Nayê qebûlkirin ku Baroya Amedê li hemberî tiştekî wiha xemsar bimîne. Ez van sûcdariyên derbarê baroyê weke sûcdariyên ne di cih de şîrove dikim."
 
'Rewşeke ne surprîz pêk hat'
 
Cemre Işik, bal kişand ser pêvajoya darizandinê ya piştre jî û got “Rewşeke ku ji bo me ne sprîz bû, qewimî. Jixwe em li hêviya tiştekî wiha bûn. Em li bendê bûn ku parastin bi tevahî li ser esasê 'Min ne dît, nebihîst, nizanim' bê kirin.  Li ser nakokiyên di dosyayan de jî em gelekî xebitîn. Me xwest em karibin van nakokiyan derxin holê. Me îfadeyên ku hatin dayîn lêkolîn kirin, li ser vê yekê sekinîn û li ser wan lêkolîn kir. Dema ku li gorî nakokiyan hate nirxandin, danişîn bi rengekî ku stratejiya dosyaya me piştrast kir bû."
 
'Me dît ku dadgehê ji bo dosyayê baş amdekarî kiriye
 
Cemre Işik anî ziman ku heyet hewl dide hevsengiyê pêk bîne. Cemre Işik, anî ziman ku di warê pratîka darazê ya Tirkiyeyê de bi heyet û dozgereke cuda re rû bi rû mane û wiha got: “Li gorî ezmûna xwe ya şexsî, ez pê hesiyam ku hem heyet hem jî dozger ji bo dosyayê amadekarî kirine. Me dît ku ew bi pirsên ku dipirsin çiqas serdest in. Pir caran pirsên ku dihatin kirin pir guncaw bûn.  Ji ber vê yekê jî ez bawer dikim ku komîte dê hewl bide ku di vê dosyayê de biryareke adil bide."
 
'Divê raya giştî xwedî derkeve' 
 
Di dawiyê de Asya Cemre Işik got, “Yek ji sedemên herî girîng ku dosyayên bi vî rengî di vî warî de bi pêş ve diçin, zextên xurt ên raya giştî ne. Ji ber ku zexta raya giştî kir ku komîte li ser vê dosyayê bixebite, dozger jî li ser vê dosyayê bixebite. Tevî ku em di dosyayên din ên derve de ji bo eşkerekirina rastiyê têdikoşin jî, belkî bi hezaran dosyayên ku Baroya Amedê ji roja ku heye ve bi îradeya xwe dişopîne hene. Lê ji bo ronîkirina tarîtiya di dosyayê de me jî zêde hewl da. Bi rastî, min hêviya şopandinek wusa xurt nedikir.Eger ev dosya bi heman awayî berdewam bike, ez difikirim ku ev darizandin dê di dawiyê de bi rengek adil bi dawî bibe."