Beşdarbûna gel a ji bo hilbijartinên li Kurdistanê hat aşkerekirin 2018-10-01 08:58:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê diyar kir ku beşdarbûna ji bo hilbijartinê ji sedî 57,96 e.    Berdevkê Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê hat lidarxistin de beşdarbûna gel a ji bo hilbijartinên parlamentoyê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara beşdarbûnê ji sedî 57.96 bû.    Li gor daxuyaniya komisyonê li hinek bajaran hejmara beşdarbûna ji bo hilbijartinê wiha ye:   Hewlêr: Ji sedî 58   Silêmanî: Ji sedî 54   Duhok: Ji sedî 61   Halepçe: Ji sedî 60   Berdevkê Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar diyar kir ku dê encamên hilbijartinê di nav 3 rojan de diyar bibe.