Çeteleya Tundiyê ya Meha Cotmehê: 43 jin hatin qetilkirin

  • 09:07 7 Mijdar 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor çeteleya tundiyê ya meha cotmehê 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin, 22 jinan û 4 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Her meh li Tirkiyeyê qetlilkırına jinan zêde dibe, daneyên li ser vê mijarê ji raya giştî tên veşartin. Nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin ne têrker in ku bi tevahî asta şîdeta mêr nîşan bidin. Gotinên hikûmetê yên teşwîqkirina sûcdaran û polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê her roj dibin sedem ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê herî kêm du jinan bên qetilkirin û zarok jî dibin hedefa şîdeta mêran. Lê belê jin bêyî ku dest ji maf û jiyana xwe berde, li dijî vê rewşê têkoşîna xwe ya bi biryar didomînin.
 
Li gorî daneyên ku ajansa me ji çapemeniyê berhev kirine, di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin, 22 jin û 4 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Kiryar kesê herî nêz e
 
16 jin ji alyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin, 4 jin di pêvajoya hevberdanê de, 6 jin ji aliyê mêrên ku ew nas dikirin, 1 jin ji aliyê mêrê pê re di nav têkiliyan de bû, 1 jin ji ber ku xwest veqete, 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 1 jin ji aliyê kesê nasnama wî nehat zanîn ve, 2 jin ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyabûn, 1 jin ji aliy zarok xwe ve û jinek jî ji aliyê mêrên ku ew nas nedikirin ve hat qetilkirin. 
 
Herî zêde qetlîamên jinan li Stenbolê pêk hatin
 
Îzmîr 2, Kastamonu 2, Kocaeli 1, Bursa 2, Hatay 3, Nevşehîr 1, Stenbol 7, Êlih 1, Muğla 1, Enqere 2, Mêrsîn 2, Konya 1, Amed 2, Riha 1, Tekirdağ 2, Kırıkkale 1, Balıkesir 2 , Samsûn 1, Sakarya 1, Edene 4, Dîlok 1, Antalya 1, Aydin 1, Zonguldak 1 jin hatin qetilkirin.