Erdhejzedeyên Bazarcixê: Soza xwe negirtin

  • 09:03 16 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Derya Ren
 
MEREŞ - Jinên ji Bazarcixê diyar kirin ku tevî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî neçar man di konteynirê de bimînin, diyar kirin ku sozên ku ji aliyê dewletê ve hatine dayîn bi cih nehatin û gotin, "Me tu destek negirt."
 
Erdheja bi lerza 7,8 û 7,5'an a ku di 6'ê Sibata 2023'an da navenda wê Mereşê pêk hat, wek felaketên herî mezin ên salên dawîn hat qeydkirin. Li gorî daneyên fermî li Mereşa navenda erdhejê 12 hezar û 713 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li herêmê hejmara avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan 15 hezar û 940, avahiyên ku divê bi lezgînî bên hilweşandin jî 19 hezar û 194 e. Li navçeya Bazarcixê 582 xanî hatin hilweşandin, daxuyaniya Serokomariyê ya "Wê di nava salekê de xaniyan radest bikin" hê jî li hewa ye.
 
Li Bazarcixê erdhejzede hîna jî neçar in ku di avahiyên ku zirareke mezin dîtine de bimînin. Negihandina TOKÎ'yan ji bo xwediyên xwe û nezelaliya buhayê xaniyan ji bo vegera mexdûrên erdhejê ya li jiyana xwe ya asayî astengên herî mezin in.
 
Mexdûrên erdhejê ku der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn, ji ber sozên ku hatine dayîn gilî û gazinc kirin û diyar kirin ku piştî erdhejê rayedaran ti alîkarî nedan wan. 
 
Soza xwe negirtin
 
Bedrîye Bakay a ji erdhejê rizgar bû jî diyar kir ku tevî salek di ser erdhejê re derbas bû jî neçar man di konteynirê de bimînin û wiha got: “Kes bi dilê xwe naxwaze li vir bimîne. Divê li vir bimînin. Hîn TOKÎ nehatine teslîmkirin. Di erdhejê de mal û kargeha min hilweşiya. Ji ber wê pêvajoyê psîkolojiya me serûbin bû. Gelek cîranên min jiyana xwe ji dest dan. Ciyê kar ê hevserê min jî bi heman awayî hat wêrankirin û dema ku kar tune bû, hinek pirsgirêk derketin pêş. Piştî erdhejê me nikarîbû xwe xilas bikin. Me tu piştgirî ji dewletê negirt. Konteynirên ku ji welatên cihê tên hîn jî dikarin werin hilgirtin. Lê dewletê tu piştgirî neda me. Ti soz nehatin bicihanîn."
 
'Alîkarî ji derve hat'
 
Bedriye destnîşan kir ku wê xwestiye mala xwe bi vezîvirandinê ava bike û wiha got: “Ji kesên ku xaniyên wan bi vezîvirandinê hatine çêkirin hê jî pere nehatiye dayîn. Hemû alîkarî ji bo Bazarcixê ji derve dihat. Tiştek ji aliyê dewletê ve nehat dayîn. Dema konteynir hatin dayîn tenê 2 sindoqên xwarinê ji aliyê Kizilay ve hatin dayîn. Di pakêtê de deterjan û sabûn hebû. Ji xeynî vê yekê carekê şîraniya cejnê û kolonya dan me."
 
 
'Beriya ku ez malê bibînim hemû alîkarî qut bûn'
 
Gulê Eyig ku ji erdhejê rizgar bû, diyar kir ku dema erdhej çêbû ew bi zehmetî ji malên xwe derketin û serpêhatiyên xwe yên piştî erdhejê bi van gotinan vegot: “Alîkarî ji min re nehat. Ji bo kirîna erzaqê qert dan me, lê paşê ji me standin. Ji me re gotin ku ji ber ku ji TOKÎ'yê mal hene wan kart girtine. Min hê mal nedîtiye, beriya ku ez malê bibînim hemû alîkarî qut bûn. Buhayê malê em nizanin. Piştî rûniştina du salan wê bihayê xanî bê diyarkirin. Di avahiyên TOKÎ'yê de ti tişt nîn in. Dema em çûn TOKÎ’yê tiştên ku ji me re hatibûn dayîn jî dê ji me bigirin. Hemû tiştên min di bin xirbeyan de man. Niha ger ez derbasî TOKÎ'yê bibim ez ê çi bikim?"
 
'Deyn pirsgirêkek cuda ye'
 
Gulê Eyig, anî ziman ku ji ber erdhejê her tim derman bi kar tîne û got ku deynên TOKÎ'yê ji bo wan pirsgirêkek cuda ye. Gulê Eyig got, “Ji ber erdhejê em zehmetiyan dikişînin. Û ji ber ku malên me hê jî nehatine dayîn. Em bi keda xwe hewl didin xwe ji zivistanê re amade bikin. Belê, li navçeyê hewa qirêj e, divê em fêkiyan hişk nekin. Lê ez mecbûr im, ger ez fêkiyan hişk nekim, em ê zivistanê birçî bimînin."