Li Ebexê semînera tendirustiyê

  • 14:52 3 Mijdar 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
WAN-Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Ebexê ji bo agahdarkirina jinan a di warê tendirustyê de semînerek li ser teşhîs û tedawiya penceşêra pêsîrê li dar xist.  
 
Semînerên tenduristiyê yên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji bo jinan tên lidarxistin dewam dikin. Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay, rêxistina navçeya Ebexê û gelek jin beşdarî semînera ku vê hefteyê li navçeya Ebexê hat lidarxistin bûn. Di semînera ku li Navenda Jiyana Jinê ya Ebexê hat lidarxistin de gelek perwerdekarên pispor ên endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Wanê (SES) jî cih girtin.
 
Agahî li ser penceşêra pêsîrê
 
Di semînerê de der barê teşhîs û rêbazên dermankirinê de agahî hatin dayîn. Di semînerê de ji jinan re hate gotin ku dê çawa yekem teşhîsa penceşêra pêsîrê bê danîn. Di semînerê de der barê penceşêra devê malzarokê û derziya HPV de jî bi jinan re agahî hatin parvekirin. Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.