Nexweşxaneya Welidîn û Zarokan di yek korîdorekê de hatin sînorkirin

  • 09:02 20 Cotmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
Derya Ren
 
SEMSÛR - Li Semsûrê piştî erdhejê Nexweşxaneya Zarok û Welidînê ya Semsûrê xesar dît û nexweşxane birin korîdoreke Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê. Di nava dema derbas bû de nexweşxane ne hat tamîrkirin ne jî ya nû hat vekirin.
 
Di erdeheja 6’ê Sibatê ya 2023’yan ya navenda wê Mereş bû pêk hat de bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de gelek nexweşxane, dibistan û sazî jî nav de bi hezaran avahî hilweşiyan, bi hezaran jî xesar dît.
 
Li Semsûrê di erdhejê de li gorî daneyên fermî 8 hezar û 387 kesî jiyana xwe ji dest dan û 17 hezar û 499 kes birîndar bûn. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 826 avahî hilweşiyan û 8 hezar avahî jî xesarek mezin dît. Li Semsûrê gelek saziyên tenduristiyê xesar dîtin. Navenda Tenduristiya Malbatê (ASM) we hilweşiya, 7 ASM xesarek mezin dîtin û 4 heban jî xesarek kêm dîtin. Nexweşxaneya Welidînî û Zarokan jî xesar dît.
 
Piştî Nexweşxaneya Zarok û Welidînê zirar dît,  nexweşxane birin korîdoreke Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Nexweşxaneya Welidîn û Zarokan ya nû ku beriya erdhejê ku dest bi çêkirina wê kiribûn, hîna jî nehatiye vekirin.
 
Barê xebatkaran giran bû
 
Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Yekitiya Tabîbên Tirk, di daxuyaniyên ku dan de diyar kirin ku bi veguhestina nexweşxaneya zarok û welidînê ya li Nexweşxaneya Lêkolîna Perwerdehiyê barê xebatkaran pir giran kiriye û pirsgirêk tên jiyîn.
 
Nexweş diçin bajarên din
 
Jinan diyar kirin ku ji ber nexweşxaneya jin û zarokan di korîdorekê de hatiye sînorkirin, pirsgirêkan dijîn û cihekî ku jinên ducanî runin tuneye û ev jî wan dide zorê. Her wiha jinan diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên tên jiyîn jin neçar dimînin biçin bajarên din.