Rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş eşkere bû

  • 17:06 14 Mijdar 2024
  • Hiqûq
 
WAN - Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariya Bîldîrîcî der barê rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş de daxuyanî da û got: "Di beşa teşhîs a raporê de xeniqîn weke sedema mirina Rojîn hat diyarkirin. Derbarê xeniqînê çawa çêbûye, mirin întîxar bûye yan destwerdaneke derve ye, xeniqîn di gola Wanê de çêbûye yan jî cesed piştre anîne golê ne diyar e. 
 
Rojîn Kabaiş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Wan Yüzüncü Yil (YYÜ) ye, di 27'ê Îlonê de winda bû û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin. Mînakên ku piştî otopsiya ewil a li Saziya Tipa Edlî ya Wanê (ATK) hatin hildan ji ATK'a Stenbolê re hatin şandin. Rapora otopsiyê ya der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaiş de, gihişte Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Serokatiya Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan, der barê rapora otopsiyê ya ji parêzeran re şandibûn dosyaya Rojîn Kabaiş civîneke çapemeniyê li dar xist encamên raporê aşkera kirin. 
 
Di civîna ku li Salona Konferansê ya Baroyê Tahîr Elçî hat lidarxistin de, metna çapemeniyê ji aliyê parêzer Mariya Bîldîrîcî ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"15'ê Cotmehê roja sêşemê saet di 15.45' an de dema em li kampusê diçûn serdana malbatê, bavê Rojîn ji aliyê polîsan ve birin qadeke din û di heman demê de agahiya ku cenazeyê Rojîn bê can hatiye dîtin ji aliyê Wezîr Alî Yerlîkaya ve hat parvekirin.  Cenazeyê Rojîn ê bê can li peravê gundê Mollakasimê 15-20 km dûrî cihê eşyayên wî ji aliyê karkerekî ve hat dîtin.
 
Piştre li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin û cenazeyê Rojîn ê bê can anîn Saziya Tipa Edlî. Tevahiya pêvajoyê ji aliyê me ve hat şopandin û xebatên otopsiyê li ber Saziya Tipa Edlî hatin şopandin. Daxwaza me ya bijişkê pispor di otopsiyê de hat qebûlkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser encam û agahiyên ku me bi dest xistin, derket holê ku mirina Rojîn bi guman e.
 
Piştî vê pêvajoyê, li ser navê serokê Baroya Wanê ji aliyê Nîzamettîn Kabaîş ve ji parêzer Sînan Ozaraz re wekîl hat dayîn. Niha 5 hevrêyên me yên jin ên li Navenda Mafên Jinan dixebitin, bi belgeya rayedariyê di dosyayê de cih girtin. Daxuyaniyên ji gelek hesabên medyaya civakî yên ku tê gotin ku dosya nehat şopandin û malbat nikare bi parêzeran re têkiliya parêzeriyê ava bike, rastiyê nade xuyakirin. Dosyaya Rojîn Kabaîş niha ji aliyê 6 parêzeran ve bi baldarî tê şopandin.
 
Lê belê di beşa tesbîtkirinê ya rapora otopsiyê de xeniqîn weke sedema mirina Rojîn hat diyarkirin. Têkildarî xeniqînê çawa çêbûye, mirin întîxar bûye yan jî destwerdaneke derve ye, xeniqîn li Gola Wanê çêbûye yan jî cenaze piştî xeniqîna li cihekî ji bilî golê di golê de maye. Di hevdîtina ku bi Serdozgeriya Komarê re hat kirin de ji me re hat gotin ku der barê mijarên ku divê bên ronîkirin de lêpirsîn berdewam dike.
 
Weke ku me ji roja ewil de jî diyar kiribû, em ê nehêlin dosya bê darizandin bê girtin, tenê li ser îhtîmala întîxarkirina Rojîn rawestin, bêyî ku lêkolînên berfireh li ser hemû îhtîmalên ku di derbarê mirina Rojîn de divê bên nirxandin û eşkerekirina dosyayê bên kirin. Em weke Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan diyar dikin ku em dosyayê heta dawiyê dişopînin, em ê di navberên rêkûpêk de ji raya giştî re ragihînin û heta ku xwişka me edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bi berxwedan û tedbîran bidomînin."