'Divê peymanên navneteweyî bên îmzekirin'

  • 09:04 28 Cotmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Seroka Şaxa Hejmar 5 a Genel Îşê Nebile Irmak Çetin da zanîn ku betaliya jinan ji sedî 37 e û got ji bo peymana ILO ya Hejmar 190 bê îmzekirin têdikoşin û divê demildest  peymanên navneteweyî bên îmzekirin.
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariyê qada aborî û jiyana kar li jinan teng dibe. Jinên li dijî vê têdikoşin, dixwazin Peymana  Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) ya Hejmar 190 ya Pêşî li Tundî û Destdirêjiya li Cihê Kar digire bê îmzekirin. Peyman di 2019’an de ki Konferansa Xebata Navneteweyî de hat erêkirin. Di 25’ê hezîrana 2021’ê de ket meriyetê. Gelek welatan Îmze kir lê Tirkiyeyê îmze nekir.
 Seroka Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel Îş)ya Şaxa Hejmar 5 Nebile Irmak Çetin der barê mijarê de axivî.
 
Nebîleyê da zanîn ku sînorê birçîbûnê 21 hezar e û fatureya krîzê li gel tê birîn û got: “Sînorê xizaniyê jî di ser 70 hezarî re ye. Ji sedî 70’ê civakê bi mûçeyê asgarî dixebite. Rewşa jinan hîn girantir e. Jin bedela krîzê bi can, xirabûna psîkolojiyê û beden axw edidin. Şert her diçin giran dibin. Jin ji îstîhdamê tên durxistin. Betaliya jinan ji sedî 37 e.  Piranî jin ji zanîngehê mezun bûne. Lê di karên bê ewle û hêza erzan de dixebitin. Destdirêjî û mobîng li wan tên kirin. Di malbatê de tên sînorkirin.”
 
Li dijî destdirêjî û mobîngê: ILO 190
 
Nebîleyê her wiha balkişand ser Peymana ILO 190 û daxuyakirin ku yek ji çareseriya van pisgirêkane û wiha domand: “Peymana ILO li dijî her cureyê tundî, destdirêjiya li cihê kar a li hember jinan di 2019’an de hat îmzekirin. Vê peymanê pêşî li tundiya li ser jinan digirt. Me sala borî ji bo peyman bê îmzekirin di 25’ê mijdarêde kampanya da destpêkirin. Em dkaetin kolanan û me têkoşîn da. Me der barê vê de hevdîtin kirin. Divê peymana navneteweyî demildest bê îmzekirin.”
 
'Divê îdeolojiya rizgariya jinê bê belavkirin'
 
Nebîleyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Siyasteke ku pişta xwe daye jinê, dijminê jinê ye heye. Dibêje zarokan bînin û li malê xizmetê bikin. Naxwazin jin îtîraz bikin. Modelek jinan a Talîbanwarî pêşkêş dikin. Ji bo vê jî zextan li jinan dikin. Hewce bi têkoşîneke yekkbûyî ya jinan heye. Divê îdeolojiya rizgariya jinê belav bibe.”