Li gundê Til Helef meclisa xweser a Kongireya Star hate vekirin
- 15:07 30 Îlon 2018
- Rojane
HESEKÊ - Rêxstina Kongireya Star li gundê Til Helef ê bajarê Serêkaniyê navendeke meclisa xweser ya Kongria Star vekir.
Rêxstina Kongireya Star li gundê Til Helef ê girêdayî bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê navendek meclisa Kongireya Star vekir. Di vekirina navendê de tevahî endamên sazî û Meclisên jinan amede bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongireya Star Fatima Îbrahîm axivî, Fatmayê vekirina navendê li tevahî jinan pîroz kir û got;" Ev navend dê jinên Til Helef kom bike û alîkariya wan bike."
Piştî axaftinê navend ji aliyê dayika Şehîd Deriya Xalîsa Osman ve hat vekirin.
Jinan bi dirûşma" Jin jiyan azadî" merasîma vekirinê bi dawî kirin.