Li gundê Til Helef meclisa xweser a Kongireya Star hate vekirin 2018-09-30 15:07:50   HESEKÊ - Rêxstina Kongireya Star li gundê Til Helef ê bajarê Serêkaniyê navendeke meclisa xweser ya Kongria Star  vekir.   Rêxstina Kongireya Star li gundê Til Helef ê girêdayî bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê navendek meclisa Kongireya Star  vekir. Di vekirina navendê de tevahî endamên sazî û Meclisên jinan amede bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongireya Star Fatima Îbrahîm axivî, Fatmayê vekirina navendê li tevahî jinan pîroz kir  û got;" Ev navend dê jinên Til Helef kom bike û alîkariya wan bike."   Piştî axaftinê navend ji aliyê dayika Şehîd Deriya Xalîsa Osman ve hat vekirin.   Jinan bi dirûşma" Jin jiyan azadî" merasîma vekirinê bi dawî kirin.