'Li gorî pêvanên neteweya demokratîk bixebitin'

  • 14:34 30 Îlon 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Di rêzeçalakiyê Çand û Hunerê ya ji bo vegera Efrînê, îro li navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê şahî hate li darxistin.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên çand û hunerê yên ji vegera li Efrînê de bi dirûşma, "Li gorî pîvanên neteweya demokratîk kar bikin û Efîrnê rizgar bikin" li Dibistana ajotina wesayîtan li navçeya Fafînê şahî hat lidarxistin.
 
Di çalakiya ku hat lidarixistin de piştî qedeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Newroz Silêman axivî û diyar kir ku ji bo rigzarkirina Efrînê wê çalakiyên xwe berdewam bikin û bi hunera xwe Efrînê rizgar bikin.
 
Piştire di şahiyê de Koma Çiyayê Kurmênic ya guvendê derket ser dikê û piştre jî lîstika şanoyê ji aliyê endamên çand û hunerê  ve hat pêşkêş kirin. Herwiha  Koma Berçem a sitraranan jî stran pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê û bi dirûşmên" Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.