'Li gorî pêvanên neteweya demokratîk bixebitin' 2018-09-30 14:34:28   ŞEHBA - Di rêzeçalakiyê Çand û Hunerê ya ji bo vegera Efrînê, îro li navçeya Fafînê ya girêdayî Kantona Şehbayê şahî hate li darxistin.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên çand û hunerê yên ji vegera li Efrînê de bi dirûşma, "Li gorî pîvanên neteweya demokratîk kar bikin û Efîrnê rizgar bikin" li Dibistana ajotina wesayîtan li navçeya Fafînê şahî hat lidarxistin.   Di çalakiya ku hat lidarixistin de piştî qedeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Newroz Silêman axivî û diyar kir ku ji bo rigzarkirina Efrînê wê çalakiyên xwe berdewam bikin û bi hunera xwe Efrînê rizgar bikin.   Piştire di şahiyê de Koma Çiyayê Kurmênic ya guvendê derket ser dikê û piştre jî lîstika şanoyê ji aliyê endamên çand û hunerê  ve hat pêşkêş kirin. Herwiha  Koma Berçem a sitraranan jî stran pêşkêş kirin.   Şahî bi gerandina govendê û bi dirûşmên" Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.