Li başûrê Kurdistanê dengdana taybet
- 12:04 28 Îlon 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Îro seat 08:00’an li 99 navend û 431 cihan herêma başûrê Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartina parlamentoyê destpê kir. Li gorî lîsteya Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li herêma başûrê Kurdistanê mafê 170 hezar û 469 kesan ê dengdanê heye.
Li gorî Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li bajarê Hewlêrê 72 hezar û 653 dengdêrên taybet hene û wê li 41 navend û 201 cihan dengê xwe bidin.
Li aliyê din li parêzgeha Silêmaniyê jî 62 hezar û 220 dengdêr hene û wê li 37 navend û 172 cihan dengê xwe bidin. Li Dihokê jî 33 hezar û 421 kes wê li 30 navend û 92 cihên dengdanê dengê xwe bidin. Li parêzgeha Helebce jî 2 hezar û 175 dengdêr wê li 7 navendên dengdanê dengê xwe bikarbînin.
Herwiha hilbijartina Parlmentoya Başûrê Kurdistanê jî wê 30'ê Îlonê pêk were..