Li başûrê Kurdistanê dengdana taybet 2018-09-28 12:04:02   NAVENDA NÛÇEYAN -Îro seat 08:00’an li 99 navend û 431 cihan  herêma başûrê Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartina parlamentoyê destpê kir. Li gorî lîsteya Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li herêma başûrê Kurdistanê  mafê 170 hezar û 469 kesan ê dengdanê heye.   Li gorî Komîsyona Hilbijartina Serbixwe li bajarê Hewlêrê 72 hezar û 653 dengdêrên taybet hene û wê li 41 navend û  201 cihan  dengê xwe bidin.   Li aliyê din li parêzgeha Silêmaniyê jî 62 hezar û 220 dengdêr hene û wê li 37 navend û 172 cihan dengê xwe bidin. Li Dihokê jî  33 hezar û 421 kes wê li 30 navend û 92 cihên dengdanê dengê xwe bidin. Li parêzgeha Helebce jî 2 hezar û 175 dengdêr wê li 7 navendên dengdanê dengê xwe bikarbînin.   Herwiha hilbijartina Parlmentoya Başûrê Kurdistanê jî wê 30'ê Îlonê pêk were..