Li Germiyanê jinek hat qetilkirin
- 11:49 28 Îlon 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a girêdayî rêvberiya Kelarê jinek hat qetilkirin.
Li navçeya Kelarê ya girêdayî rêvberiya Kelar a Suleyamaniyeyê jina bi navê Ş.E.M. bi êrîşa çekdarî re rûbirû ma. Jina ku giran birîdar bû piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Nûnerê Polîsan ê Germiyanê Elî Qudurî ku ji Rojnewsê re axivî wiha got: "Derbarê bûyerê de 2 kes hatine binçavkirin. Lê ne diyar e ku bersûc ew in an na. Lêpirsîn berdewam dike."