Li Germiyanê jinek hat qetilkirin 2018-09-28 11:49:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a girêdayî rêvberiya Kelarê jinek hat qetilkirin.   Li navçeya Kelarê ya girêdayî rêvberiya Kelar a Suleyamaniyeyê jina bi navê Ş.E.M. bi êrîşa çekdarî re rûbirû ma. Jina ku giran birîdar bû piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Nûnerê Polîsan ê Germiyanê Elî Qudurî ku ji Rojnewsê re axivî wiha got: "Derbarê bûyerê de 2 kes hatine binçavkirin. Lê ne diyar e ku bersûc ew in an na. Lêpirsîn berdewam dike."