Jina li Efrînê hat binçavkirin anîn Tirkiyeyê

  • 10:09 27 Îlon 2018
  • Rojane
EFRÎN  - Jina ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabetayê Fatîme Badul Qadîr, ji aliyê komên li Efrînê ve hat binçavkirin û hat aşkerakirin ku ew anîne Tirkiyeyê.
 
Jina  65 salî ku li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê dijiya Fatîme Badul Qadîr ku ji aliyê komên çete ve bi ser mala wê de hat gitin û hat binçavkirin, hat ragihandin ku anîne Tirkiyeyê.
 
11 Efrînî hatin girtin
 
Herwiha di 22'yê Îlonê de jî bi îdiaya ku endamên "YPG'ê ne" ne Efrîniyên bi navê R.B.A. û R.HM. jî ji Efrînê jî anîn Hatayê û piştî karê wan ê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr qediya sewkî Edliyeya Hatayê kirin. Du kesên ku îfadeyên wan hatin gitin bi îdiaya "endmên rêxistinê ne", "Bi qestî kuştin pêk anîne" û "yekitiya dewletê xira kirin" sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin û şandin Girtîgeha Hatayê.
 
Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 14'ê Îlonê de kesên bi navê M.C., C.M., F.K., H.K., Î.M., M.M.K., Î.M. û R.M. jî ku bi heman îdiayê anîn Tirkieyeyê hatibûn gitin.
 
Hat aşkerakirin Dozgeriya Hatayê li sr dosayê biryara feşartinê daye.