Jina li Efrînê hat binçavkirin anîn Tirkiyeyê 2018-09-27 10:09:14   EFRÎN  - Jina ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabetayê Fatîme Badul Qadîr, ji aliyê komên li Efrînê ve hat binçavkirin û hat aşkerakirin ku ew anîne Tirkiyeyê.   Jina  65 salî ku li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê dijiya Fatîme Badul Qadîr ku ji aliyê komên çete ve bi ser mala wê de hat gitin û hat binçavkirin, hat ragihandin ku anîne Tirkiyeyê.   11 Efrînî hatin girtin   Herwiha di 22'yê Îlonê de jî bi îdiaya ku endamên "YPG'ê ne" ne Efrîniyên bi navê R.B.A. û R.HM. jî ji Efrînê jî anîn Hatayê û piştî karê wan ê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr qediya sewkî Edliyeya Hatayê kirin. Du kesên ku îfadeyên wan hatin gitin bi îdiaya "endmên rêxistinê ne", "Bi qestî kuştin pêk anîne" û "yekitiya dewletê xira kirin" sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin û şandin Girtîgeha Hatayê.   Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 14'ê Îlonê de kesên bi navê M.C., C.M., F.K., H.K., Î.M., M.M.K., Î.M. û R.M. jî ku bi heman îdiayê anîn Tirkieyeyê hatibûn gitin.   Hat aşkerakirin Dozgeriya Hatayê li sr dosayê biryara feşartinê daye.