'Perwerde xwe naskirin û çareserkirina pirsgirêkên civaka xwe ye'
- 15:42 24 Îlon 2018
- Rojane
Stêrvan Bêrîtan
MINBIC- 21 jinên Ciwan li akedemiya Şehîd Rojda Amara ku perewerdeyê dibînin û diyar kirin ku perwerde dê hêz û îradeya wan xurtir bike.
21 jinên Ciwan ku ji bajarê Tebqa, Reqa, Minbic, Dêra Zorê tevli perwerdeya li akedemiya Şehîd Rojda Amara bûn diyar kirin ku perwerde dê hêz û îradeya wan xurtir bike.
jina ciwan a bi navê Menal Ziweyib ji bajarê Reqayê wiha ku li ser perwerdeya dibînin êrîna xwe anî ziman wiha got:" Piştî şervanên QSD'ê Reqa ji çeteyên DAÎŞ'ê rizga rkirin me wê demê azadî nas kir. Ji ber wê min xwest ku tevli perwerdê bibim, bibim hêza çareseriyê di civakê de û piştgiriya jinan bikim."
Hîba Ezîz jî a ji bajarê Tebqayê jî perwerde ji bo xwe wekî şensekî mezin dibînê û wiha got:" Di vê perwerdê de em ê kesayeta xwe xurt bikin û zanebûna xwe rast bikin, ji ber ku rola jinên ciwan di avakirina civakê de pir giringe. Dê ev perwerde bibê hêz û îrade ji bo me ku hîn xurtir em tevbigerin."
Mariya Muhemed El Salih a ji bararê Dêra Zorê jî ev tişt got:" Ev perwerde ji bo jinên ciwan girîng e. Ji ber hîn li gelek bajarên ku nû hatine rizgarkirn jinan fikra azad nasnekiriye. Ez bang li tevahî jin û ciwanan dikim ku tevli perwerdê bibin."