'Perwerde xwe naskirin û çareserkirina pirsgirêkên civaka xwe ye' 2018-09-24 15:42:14   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC- 21 jinên Ciwan li akedemiya Şehîd Rojda Amara ku perewerdeyê dibînin û diyar kirin ku perwerde dê hêz û îradeya wan xurtir bike.   21 jinên Ciwan ku ji bajarê Tebqa, Reqa, Minbic, Dêra Zorê tevli perwerdeya  li akedemiya Şehîd Rojda Amara bûn diyar kirin ku perwerde dê hêz û îradeya wan xurtir bike.   jina ciwan a bi navê Menal Ziweyib ji bajarê Reqayê wiha ku li ser perwerdeya dibînin êrîna xwe anî ziman wiha got:" Piştî şervanên QSD'ê Reqa ji çeteyên DAÎŞ'ê rizga rkirin me wê demê azadî nas kir. Ji ber wê min xwest ku tevli perwerdê bibim, bibim hêza çareseriyê di civakê de û piştgiriya jinan bikim."   Hîba Ezîz jî a ji bajarê Tebqayê jî perwerde ji bo xwe  wekî şensekî mezin  dibînê û wiha got:" Di vê perwerdê de em ê kesayeta xwe xurt bikin û zanebûna xwe rast bikin, ji ber ku  rola jinên ciwan di avakirina civakê de pir giringe. Dê ev perwerde bibê hêz û îrade ji bo me ku hîn xurtir em tevbigerin."    Mariya Muhemed El Salih a ji bararê Dêra Zorê jî ev tişt got:" Ev perwerde ji bo jinên ciwan girîng e.  Ji ber hîn li gelek bajarên ku nû hatine rizgarkirn jinan fikra azad nasnekiriye. Ez bang li tevahî jin û ciwanan dikim ku tevli perwerdê bibin."