Li Til Temirê 32 berxwedêrên azadiyê hatin bibîranîn
- 14:39 23 Îlon 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan 32 Berxwedêrên Azadiyê bi merasîmekê bi bîr anî.
Saziya Malbatên Şehîdan 32 Berxwedêrên Azadiyê ku di tebax û îlonê de di salên cuda de di berxwedana Serêkaniyê û Til Temirê de, li qadên parastina medyayê de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmekê bi bîr anî.
Di merasîmê de bi dehan malbat û hevjînên berxwedêran, endam û rêveberiyên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji aliyê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Henîfa Hisên, Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir her wiha Rêveberiyê Asayîşa Til Temirê Selman Nûhê û Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Welîd Amed, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser rola berxwedêran a di têkoşîna doza Kurd û avakirina Sûriyeyek demokratîk. Her wiha di axaftinan de hat gotin ku divê hemû kes li nirxên berxwedêran xwedî derkevin û ji bo welatekî azad têbikoşin.
Merasîm bi vêxistina mûman a li ser goristana berxwedêran bi dawî bû.