Jinên girtî li dijî zordestiyê dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 15:26 14 Îlon 2018
  • Rojane
BAYBÛRT - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Zext, zordarî û îşkenceya li Girtîgeha bi Tîpa M a Baybûrtê zêde bûne. Girtiyên jin ên li girtîgeha Baybûrtê ragihandin ku li dijî zext û zordariyê wan doh danê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
 
Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û gotin, heta ku şerd û mercên jiyanê yên li girtîgehê sererast bibin, wê greva birçîbûnê bidomînin.