Tevgerên jinan cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî şermezar kirin

  • 16:15 16 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Tevgerên jinan ên li Dêrazorê cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kirin.
 
 Kombûna Jinan a Zenûbiya û gelek tevgerên jinan ên din li kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana Kurd Werîşe Muradî şermezar kirin.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û tevgerên jinan ên li kantona Dêrazorê têkildarî cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li dijî çalakvana Kurd Werîşe Mûradî biriye, daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku rejîma Îranê hedefgirtina çalakvan û siyasetmedarên jin ên têkoşer didomîne.
 
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hember zilm û tundiya li ser jinan  rabin. Her wiha hate diyarkirin ku pergalên desthilatdar jinên serketî qebûl nakin.