Jinên girtî li dijî zordestiyê dest bi greva birçîbûnê kirin 2018-09-14 15:26:54   BAYBÛRT - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kirin.   Zext, zordarî û îşkenceya li Girtîgeha bi Tîpa M a Baybûrtê zêde bûne. Girtiyên jin ên li girtîgeha Baybûrtê ragihandin ku li dijî zext û zordariyê wan doh danê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirine.   Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û gotin, heta ku şerd û mercên jiyanê yên li girtîgehê sererast bibin, wê greva birçîbûnê bidomînin.