Banga tevlîbûna 'Mîtînga Azadiyê' hat kirin

  • 16:08 16 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Xebatên ji bo "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku li Êlihê bê lidarxistin didome. Di çarçoveya xebatan de serdana esnafan hat kirin û banga tevlîbûnê li gel hat kirin. 
 
Di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariyên Êlih û Xelfetiyê hat kirin. Li bajarên Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûm didomin. Her wiha li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî berxwedana gel 13 roj in didome. 
 
Sibê li Êlihê "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" tê lidarxistin. Bi tevlîbûna Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiligun Uçar û Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê, serdana esnafên Cadeya Diyarbekirê hat kirin. Di serdanê de belavok hatin bilavkirin. 
 
Serdana ku bi tevlîbûna welatiyan vegeriya meşê heta Çerxerêya Basinê berdewam kir. Girse dirûşma “Bijî berxwedana Îmrali”, "Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Li vir hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axaftinek kir banga tevlîbûna mîtînga ku dê sibê li Çerşereyê bê lidarxistin kir. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî li vir axivî û bal kişand ser berxwedana 13 rojan a gel û got: "Em bang li gel dikin li dijî polîtîkayên tecrîdê, li dijî polîtîkayên qeyûman sibê tevlî mîtîngê bibin." 
 
Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez jî di axaftina xwe de behsa berxwedana gel kir û banga tevlîbûna mîtîngê kir. 
 
Piştî axaftinan bi strana "Serhildan jiyan e" û bi dirûşma "Bijî berxwedana Batmanê" govend hat gerandin.