Platforma Jinan a Îzmîrê: Ne şewat xizaniyê kuşt
- 15:36 16 Mijdar 2024
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo 5 zarokên li Selçûkê ji ber şewata mala ku tê de diman jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da, diyar kir ku dewlet berpirs e û ne şewat xizanî mirovan dikuje.
Platforma Jinan a Îzmîrê, derbarê şewata 5 zarokan a li navçeya Selçûkê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta pankarta "Ne şewat xizanî kuşt, em ê hesabê bipirsin" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî", "AKP destê xwe ji zarokan vekişine", "Ne ji bo şer ji bo zarokan budçe" hat berz kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Nûray Ozturk metna çapemeniyê xwend.
Nûray Ozturk, nirxandinên berdevka Koma AKP'ê Ozlem Zengin rexne kir û got: "Mesele ne pere ye. Em ji wir dipirsin. Ma hûn şerm nakin ku bêhêvîbûna dayikek ku hîna jî neçar dimîne ku ligel alikariya civakî xurteyan kom dike bêjî 'Terza jiyanê' bi nav bikin? Eger ji aliyê saziyên pêwendîdar, wezaret ve ev zarok tên şopandin gelo ev zarok çima mirine? Zagon, qanûn û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî dibêjin ku ji bo parastina zarokan çi pêwîst e divê were kirin. Zarokên ku di bin şondina Wezareta Malbat, Wezareta Dadê, qeymeqamtî û şaredariyê ye çima jiyana xwe ji dest dan?
Em xizaniya ku li jin û zarokan ferz dikin qebûl nakin. Em bang li jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Ji bo jiyaneke bi ewle, azad, wekhev û bê şîdet têkoşîna bi rêxistinî bidomînin. Li mal, kar û dibistanan ji bo daxwazên xwe em xwe bi rêxistin bikin. Em ê di 25'ê Mijdarê roja duşemê di saet 19.00’an de li Gara Alsancakê têkoşîna xwe bikin yek."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.