Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 15:20 16 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên li Dirêbisiyê, Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin.
 
Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê bi meşekê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzkî kirin.
 
Meşê ji pêşiya Qada Jina Azad a li bajarê Dirêbsiyê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e." vekirin, her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
 
Meşvan li ber Mizgefta Hac Sultan sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Li wir rêvebera Kongra Star Fatima Keleş pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Fatima bal kişand ser nameya dawîn ya Abdullah Ocalan û rola wî di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de û ev peyam da: "Em ê xeta berxwedanê bidomînin. Em ê li qadan bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."
 
Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Ebdulletîf Bedewiyê jî anî ziman ku pergala îşkence û qirkirinê ya domdar a li ser Rêberêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkanîneke ji rêzê nîn e, lê hewldanên çareserkirina aloziyan asteng dike.
 
Abdullatîf Bedewiyê îşaret bi berxwedana gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kir û got: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku em ê têkoşînê bidomînin û li ser xeta Rêbertî ber bi avakirina neteweya demokratîk ve herin."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.