Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî îro bi dawî dibe

  • 12:27 14 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran girtiyan siyasî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş dest bi grevê kiribûn. Girev dê îro bi dawî bibe. 
 
Girtiyên PKKû PAJK'î yên di girtîgehên Tirkiyeyê de di 12'ê Îlonê de dest bi gireva 3 rojî kirin. Gireva ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş hatibû destpêkirin dê îro bi dawî bibe. 
 
Di daxuyaniya ku li ser navê girtiyan hat dayin de hatibû gotin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan wê dest bi greva 3 rojî bikin.