Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî îro bi dawî dibe 2018-09-14 12:27:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran girtiyan siyasî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş dest bi grevê kiribûn. Girev dê îro bi dawî bibe.    Girtiyên PKKû PAJK'î yên di girtîgehên Tirkiyeyê de di 12'ê Îlonê de dest bi gireva 3 rojî kirin. Gireva ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş hatibû destpêkirin dê îro bi dawî bibe.    Di daxuyaniya ku li ser navê girtiyan hat dayin de hatibû gotin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan wê dest bi greva 3 rojî bikin.