Malbatên li Meletiyê hatin sekinandin: Li cenazeyan îşkence tê kirin

  • 09:04 14 Îlon 2018
  • Rojane
MELETÎ - Malbatan diyar kirin ku li cenazeyên HPG û YJA STAR’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin îşkence hatiye kirin û gotin nêzî 60 cenazî jî li goristana bêkesan hatiye definkirin.
 
Cenazeyên endamên HPG û YJA STAR’ê kdi dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin. Tê gotin ku 15-16 cenaze li Saziya Tipa Edlî ne û hema hema her roj cenaze tên wir. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên îşkence lê hatine kirin, laşê wan parçe bûne û gotin hinek ji ber cih li saziya tipa Edlî tune ye, li Gora Goristana Bajar a Meletiyê tên sekinandin. Malbatan banga hestiyariyê kirin û gotin şerd çi dibin bila bibin wê xwedî li zarokên xwe derkevin.
 
Di ragihandinên malbatan ev agahî derketin holê:
 
*Bi taybet ev salek û nîv e cenazeyên ji herêma Dêrsîm û Çewlîkê tên nayên nasîn.
 
*Ne şopa pevçûnan, bi SÎHA (Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov yên bi Çek) êrîş pêk tên.
 
*Li qadên pevçûnê li hember cenazeyan pêkanînên xerab tên kirin.
 
*8 cenaze ev meheke di morgê de tên sekinandin û kurm ketiye cenazeyan.
 
*Cenaze ne yek parçe ye, hinek malbat zarokên xwe nikarin teşhîs bikin.
 
*Dixwazin malbat yek bi yek li cenaza binêrin û teşhîs bikin û bi vê îşkenceya psîkolojîk dikin.
 
*Cenazeyên di 15 rojan de nayên girtin li goristana bêkesan tên definkirin.
 
*Hinek malbat ji ber fikara ewlehiyê cenazeyan li xwecihbûna defin nakin.
 
*Şaredarî wesayîta cenazeyê nadin, malbat bi derfetên xwe wesayîtê kirê dikin.
 
*Li goristana bêkesan nêzî 60 cenazeyî hene.
 
*Beşek cenazeyên li goristana bêkesan hatine definkirin yên ji Rojava û Îranî ne. Hat hînbûn ku hikûmeta Îranê cenazeyan qebûl nake.