Malbatên li Meletiyê hatin sekinandin: Li cenazeyan îşkence tê kirin 2018-09-14 09:04:26   MELETÎ - Malbatan diyar kirin ku li cenazeyên HPG û YJA STAR’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin îşkence hatiye kirin û gotin nêzî 60 cenazî jî li goristana bêkesan hatiye definkirin.   Cenazeyên endamên HPG û YJA STAR’ê kdi dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin. Tê gotin ku 15-16 cenaze li Saziya Tipa Edlî ne û hema hema her roj cenaze tên wir. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên îşkence lê hatine kirin, laşê wan parçe bûne û gotin hinek ji ber cih li saziya tipa Edlî tune ye, li Gora Goristana Bajar a Meletiyê tên sekinandin. Malbatan banga hestiyariyê kirin û gotin şerd çi dibin bila bibin wê xwedî li zarokên xwe derkevin.   Di ragihandinên malbatan ev agahî derketin holê:   *Bi taybet ev salek û nîv e cenazeyên ji herêma Dêrsîm û Çewlîkê tên nayên nasîn.   *Ne şopa pevçûnan, bi SÎHA (Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov yên bi Çek) êrîş pêk tên.   *Li qadên pevçûnê li hember cenazeyan pêkanînên xerab tên kirin.   *8 cenaze ev meheke di morgê de tên sekinandin û kurm ketiye cenazeyan.   *Cenaze ne yek parçe ye, hinek malbat zarokên xwe nikarin teşhîs bikin.   *Dixwazin malbat yek bi yek li cenaza binêrin û teşhîs bikin û bi vê îşkenceya psîkolojîk dikin.   *Cenazeyên di 15 rojan de nayên girtin li goristana bêkesan tên definkirin.   *Hinek malbat ji ber fikara ewlehiyê cenazeyan li xwecihbûna defin nakin.   *Şaredarî wesayîta cenazeyê nadin, malbat bi derfetên xwe wesayîtê kirê dikin.   *Li goristana bêkesan nêzî 60 cenazeyî hene.   *Beşek cenazeyên li goristana bêkesan hatine definkirin yên ji Rojava û Îranî ne. Hat hînbûn ku hikûmeta Îranê cenazeyan qebûl nake.