Li Samsunê mirina jinekê ya bi guman
- 10:30 3 Tebax 2018
- Rojane
SAMSUN - Li Samsunê jinek li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.
Li Navçeya Îlkadimê ya Samsunê jina bi navê Zarina Saidova ku ji Tacikistanê ye û 38 salî ye li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Li ser agahiya hevalên wê polîs hatin û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Li gor lêkolîna ku hat kirin hat hînbûn ku Zarina hefteyek berê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê cenazeyê Zarina rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samsunê. Dozgeriyê jî derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kir.
Li gor texmînan dibe ku hevalên malê yên Zarina ew qetil kiribin.