Bi dirûşma 'Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin' meşiyan
- 12:49 17 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Dema ku ketina qadê ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadî" dewam dikir, jinên ku di nav wan de Hevserokên DBP û DEM Partiyê jî hebûn, bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" heta qada mîtîngê meşiyan.
Têketina qada ku wê mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin, dest pê kir. Dema li qadê pankarta “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em meşa xwe ya azadiyê berfireh dikin” hate daliqandin, kesên hatin qadê bi lolîpopên “Ev hişyariya gel e", "Şaredariyan vala bikin", "Rê ji qeyûman re nema, qeyûm talanker in" û "Çareserî û muxatab diyar in" hilgirtin.
Bi laçikên xwe yên spî ketin qadê
Welatiyên ku ji bajarên derdorê hatin mîtîngê li Kolana Amedê û Heskîfê hatin cem hev û li wir demeke dirêj govend gerandin. Ekîba ji Sêrtê li ser rêya Heskîfê hatin gel hev û pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî desteserkirina îrade, demokrasî, ne qeyûman bi ser bikevin" hat hilgirtin.
Gelek jin jî di nav de Dayikên Aştiyê li Parka Yilmaz Guney a li jêrzemîna parka Yilmaz Guney hatin cem hev. Hêjayî balkişandinê bû ku jinên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê laçikên spî yên sembola aştiyê dan serê xwe.
Êlihî bi zarokên xwe re dikevin qada mîtîngê. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî cihê xwe li qada mîtîngê girtin.
Li dijî astengiyê meş
Girseya ku ji Heskîfê hatin, piştî ku wesayît li nuqteya kontrolê hatin astengkirin bi meşekê ber bi Elîhê ve ketin rê. Girseya gel bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" meşa xwe berdewam dike.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî hatin qada mîtîngê. Dema girse li benda kombûnê bû, Hevserokan endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên li qadê yek bi yek silav kirin.
ji jinan dimeşe
Jin piştre weke kortej meşiyan qadê. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari, hevşaredarên şaredariyê, Aktîvîsta TJA Ayla Akat Ata û parlamenterên DEM Partiyê jî beşdarî meşê bûn. Girseya gel pankarta "Li hemberê tecrîda li ser jinê li berxwe didin/Jin li dijî tecrîdê berxwe didin" hilgirtin. Girse bi dowîzên "Jin, jiyan, azadî", "Şeredariye ya me ye/Şaredariya me ye", "Em ê bi ser bikevin" gihişt qada mîtîngê.
Di meşa jinan de mêrên derdorê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û çepikan piştgirî dan jinan.