Aklîme Hanas a ku bûye sembol qeza kir

  • 12:37 17 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
AMED- Hate hînbûn ku Aklime Hanas a di her çalakiyê de bûye sembola berxwedanê di encama qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bûye.
 
Aklîme Hanas û kurê wê ku di her çalakiyê de bû sembola berxwedanê, di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Licê-Amedê de bi giranî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku Aklime Hanas a ku piştî qezayê birin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê rewşa wê giran e û dê bê emeliyatkirin.
 
Xizmên Aklime Hanas diyar kirin ku bijîşk niha kontrolên xwe didomînin û dê emeliyat bikin.