Mêrên kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

  • 12:51 17 Mijdar 2024
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên li kantona Firatê li dijî tundiya li jinê meşiyan.
 
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên li kantona Firatê li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.
 
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongrea Star û wêneyên pakrewanan hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azad" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin qîrîn.
 
Meşê bi dirûşmeya "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" destpê kir.
 
Piştî ku meş gihîşt Qada Aştiyê, deqeyek ji bo bîranîna cangoriyan rêz hate girtin. Piştre jî Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û diyar kir ku wê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Mizgîn Xelîl got, "Ji hersê xwişkên Mêrebal û heta têkoşerên jin ê ku bi xwîna xwe destan afirandin û nivîsandin, em wek jin em ê asta têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin. Em ê bi Asya, Ronahî û heta Tara û Hêro em ê têkoşîna xwe ya heta hetayê bighînin asta lûtkeyê."
 
Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.