Mîtingê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dest pê kir

  • 13:01 17 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
ÊLIH – Mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya ku li dijî qeyûman û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.
 
Mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hat lidarxistin dest pê kir. Ji gelek bajarên Kurdistanê welatî ji bo bertekên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê xwestin, herikîn Elihê.
 
Bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo meşiyan
 
Jin bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) heta Çerxa Dortyolê ya ku wê mîtîng lê bê lidarxistin meşiyan. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî tevlî jinên li Parka Yilmaz Guney kom bûn. Jinan bi pankarta "Li hemberê tecrîda li dijî tecrîdê li berxwe didin" û bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bi Serok Jiyan Nabe", "Bilî Serok Apo" meşiyan.
 
Çareserî û muxatab herdu jî diyar in
 
Dîsa ji gelek bajarên Kurdistanê welatiyên li Kolana Amedê û Xaçerêya Hesenkêfê hatin cem hev û demeke dirêj bi coşeke mezin govend gerandin. Piştre girse bi coşeke mezin ket qada mîtîngê. Kesên ku hatin herêmê dowizên “Ev hişyariya gel e", "Şaredariyan vala bikin", "Rê ji qeyûman re nema, qeyûm talanker in", "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" û "Çareserî û muxatab diyar e" hilgirtin.
 
 
Agahiyên berfireh tên…