Li Samsunê mirina jinekê ya bi guman 2018-08-03 10:30:46   SAMSUN - Li Samsunê jinek li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.    Li Navçeya Îlkadimê ya Samsunê jina bi navê Zarina Saidova ku ji Tacikistanê ye û 38 salî ye li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Li ser agahiya hevalên wê polîs hatin û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.    Li gor lêkolîna ku hat kirin hat hînbûn ku Zarina hefteyek berê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê cenazeyê Zarina rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Samsunê. Dozgeriyê jî derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kir.    Li gor texmînan dibe ku hevalên malê yên Zarina ew qetil kiribin.