152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernedin

  • 13:16 1 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - 152 saziyên jinan diyar kirin ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên cîdî de ne û got: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.” 
 
Pêkhateyên Tevgera Jinan a Tirkiyeyê bi şiara “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin” daxuyaniya nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bi sedsalan e jin têkoşîna şertên jiyanek rûmeta mirovahiyê, azadî û wekheviyê birêve dibin û bi saya têkoşîn û piştevaniyê di warê siyasî û civakî de bê guhertin bê temînkirin û reformên destûra bingehîn û zagon jî ji bo pêk bên mekanîzma ava kirine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên cidî de ne û wiha hat gotin: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.”