152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernedin 2018-08-01 13:16:50   STENBOL - 152 saziyên jinan diyar kirin ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên cîdî de ne û got: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.”    Pêkhateyên Tevgera Jinan a Tirkiyeyê bi şiara “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin” daxuyaniya nivîskî da.   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bi sedsalan e jin têkoşîna şertên jiyanek rûmeta mirovahiyê, azadî û wekheviyê birêve dibin û bi saya têkoşîn û piştevaniyê di warê siyasî û civakî de bê guhertin bê temînkirin û reformên destûra bingehîn û zagon jî ji bo pêk bên mekanîzma ava kirine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên cidî de ne û wiha hat gotin: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.”