Li Bursayê mirina zarokî ya bi gûman
- 17:19 29 Tîrmeh 2018
- Rojane
BURSA - Li Gelmlîkê zarkê 8 salî yê bi navê Fevzî Can Alpaslan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Gemlik ya Bursayê zarokê 8 salî Fevzî Can Alparslan yê ku dema li ber deriyê mala xwe dilîst û hat îdiakirin ku winda bûye cenazeyê wî hat dîtin. Ji bo zarokê ku kincên wî bi îkeleyê ve hatin dîtin tîmên ewlehiya perevê hatin cihê bûyerê. Di lêgerîna ku hat kirin cenazeyê zarokê 8 salî ji deryayê hat derxistin. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gemlikê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.