Mala Jin têkildarî tundiya li ser jinê semînerek da

  • 14:42 17 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Mala Jin a bajarê Hesekê ji bo jin û mêran semînerek da.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” Mala Jin a Bajarê Hesekê semînerek ji bo jin û meran da.
 
Di semînerê de bi dehan ji endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star, Dîwana Edalet, Rêxistina Sara, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Mala Eştarût û berdevka Koordînasyona Malên Jin yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa amade bûn. Semîner li Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê  hat li dar xistin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, nivîsek der barê 25’ê Mijdarê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Ala Henteş ve hat xwendin.
 
‘Bi ruhê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” em ê xwe ji hişmendiya koledar biparêzin’
 
Piştre berdevka Koordînasyona Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa destnîşan kir ku hişmendiya baviksalarî di hemû qadan de jinan paşguh û înkar dike û wiha anî ziman: “Hişmendiya baviksalarî tundî xuliqandiye û li ser wê berjewendiyê xwe bi riyên cur be cur wekî ol, eşîrtî, şerê teybet, kevneşopî dide meşandin. Tundî ne tenê li ser jinan tê meşandin ji ber ku di şexsê jinan de civakê dikin hedef û wê kole dikin. Şoreşa Rojava ji bo me şansek e ku em bikaribin asta têkoşînê bilind bikin û hişmendiyê bidin guhertin da ku em civakek azad û demokratîk ava bikin. Ev heyv ji bo me heyva bilindkirina asta têkoşînê ye. Em ê bi rihê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe biparêzin.“
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.