Li Bursayê mirina zarokî ya bi gûman 2018-07-29 17:19:12   BURSA - Li Gelmlîkê zarkê 8 salî yê bi navê Fevzî Can Alpaslan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Gemlik ya Bursayê zarokê 8 salî Fevzî Can Alparslan yê ku  dema li ber deriyê mala xwe dilîst û hat îdiakirin ku winda bûye  cenazeyê wî hat dîtin. Ji bo zarokê ku kincên wî bi îkeleyê ve hatin dîtin tîmên ewlehiya perevê hatin cihê bûyerê. Di lêgerîna ku hat kirin  cenazeyê zarokê 8 salî ji deryayê hat derxistin. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gemlikê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.