Li Şehbayê meş hat lidarxistin

  • 13:55 26 Gulan 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi munesebeta 26'ê Gulanê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran gelê herêma Efrînê ku li kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne mîtînigek li dar xistin.
 
Bi munesebeta 26'ê Gulanê Roja Efrînê ya Cîhanê bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê û cîhanê li dijî êrîşên dewleta tirk rabûn ser piyan û çalakî li dar xistin. Li  kampa Berxwedanê ya kantona Şehbayê jî bi hezaran gelê Efrînê û Şehbayê mîtîngek li dijî êrîşên Dewleta Tirk li dar xistin.
 
Di mîtîngê de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star,Tevgera Civaka Demokratîk,Meclîsa Kantona Şehbayê,Meclîsa Malbetên Şehîdan, Pêkhateyên Ereb, Turkmen û bi hezaran gel beşdarî mîtîngê bûn.
 
Di mîtîngê alên Kongreya Star, TEV-DEM,YPG,YPJ û pankartên " Erdogan DAÎŞ e kujerê zarok û jinan e", "Efrîn kela berxwedan û serhildanê ye" hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Husên û li ser navê Meclîsa Efrînê Mostefa Hesen axivîn.
 
Di axaftinan de wiha hat gotin:"Bi planên qirêj ên Rûsya û Tirkiyeyê Efrîn hat dagirkirin. Lê gelê bi îradeya xwe ya xurt ku bingeha xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo digire teslîm nebû û heta dawî têkoşiya."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê gel tu carî dev ji têkoşîn û îradeya xwe ya bi hêz bernedin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk û Rûsyayê bêdeng nemînin. 
 
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", " Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.