Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
- 20:28 18 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşina Li Dijî Tundûtîjiya li Ser Jinan, li Wargeha Mexmûrê di pêşengtiya TJCM’ê de bi dirûşmeya ‘Bi Hest û Fikra Jina Azad Em Dawî li Pergala Zilamsalarî Bînin’ meşiyan.
Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşina Li Dijî Tundîtûjiya li Ser Jinan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûr (TJCM) de bi dirûşmeya ‘Bi Hest û Fikra Jina Azad Em Dawî li Pergala Zilamsalarî Bînin’ meşiyan.
Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ hatin qêrîn, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên hatine qetilkirin û pakrewanên Jin yên Têkoşîna Azadiyê hatin bilind kirin. Her wiha dovîzên li ser ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ û ‘Bi Hest û Fikra Jina Azad Em Dawî Li Pergala Zilamsalar Bînin’ hatîn nivîsin hatin hildan.
Piştî meş gihişt ber Parka Şehîd Aryen Cûdî, daxuyaniyek hate dayin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan Azadiya Kurdistan destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Roj Yildiztan ve daxuyanî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Pergala ku bi aqlê mêrê serdest ava bûye, têkoşîna azadî û wekhevî ya jinan li pêşiya xwe wek astengiyekê mezin dibîne. Ev pergela di bingeh de jî li ser koletiyê ango kolekirina jinan hatiye avakirin. Pergala zilamsalar piştî dikeve ferqa hêza jin ya civakbûnê de, armanc dike ku bi xistina jinê re jiyana bindest li ser giştî civakê jî ferz bike. Hebûna fikir û kesayeta jina azad, wekî tunebûna pergela zilamsalar dibîne. Ji ber vê yekê jî dixwaze jinê tune bike. Li ser vê bingehê tundî, zext, şer, tunekirin û kedxwariyê li ser jinên ferz dike.
Lê bi berxwedan û têkoşîna jina êrişên hişmendiya zilamsalar negihiştiye armanca xwe. Ji xudawenda jin-dayik heta xwişkên Mîrabel, Leyla Qasîm, Şehîd Sara, Besê Anûş berxwedana jinên têkoşer heta roj meya îro berdewam dike.
Di heman demê de kesên parastin û piştgiriya têkoşîna jinê dikin tên cezakirin. Yek ji wan kesayeta ku azadiya jinê xistiye bingehê têkoşînê Rêber Apo ye. Rêber Apo dîroka jinê rast xwend, heqîqeta jinê rast fêm kir û li ser wê bingehê got “Heta jina azad nebe civak jî azad nebe.”
Îro jî li ser bingehê felsefeya jin jiyan azadî li her hemû qadan têkoşîna jinên berfireh dibe. Ji bo vala derxistina êrişên li ser jinan û ruxandina pergala zilamsalarî wek jin ciwan xwe li derdora mîrateya jinên berxwedêr hiştin, rêxistin kirin erka me ya serekeye. Heta ku têkoşînek radikal neyên meşandin emê nekarin pêşiya tundiya li ser jinê bigirin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Bexwedana jinên têkoşer’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.