Ji TJA'yê ji bo Werîşa Mûradî daxuyanî

  • 22:12 18 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê di daxuyaniya xwe ya ji bo Werîşe Muradî ya ku cezayê îdamê lê hatiye birîn, bang li hemû rêxistinên sivîl ên navneteweyî yên ji bo maf û wekheviyê têdikoşin, rêxistinên jinan û aktîvîstên ji bo azadî û wekheviyê li dijî cezayên îdamê yên weke sûcê li dijî jinê tên meşandin, kir ku bi hevre bin û bibe dengê jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşin.
 
Tegera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara darvekirina endama Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ji aliyê Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke jin bang li hemû rêxistinên sivîl ên navneteweyî yên ji bo maf û wekheviyê têdikoşin, rêxistinên jinan û aktîvîstên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin, li dijî cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîma paşverû ya Îranê ve weke komkujiyeke li ser jinan û civakê tên dayîn, dikin ku bibin dengê jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
 
“Îro bi taybetî li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê bi biryardartir tê meşandin. Lê belê rejîma paşverû ya Îranê jî mîna netew-dewletên din, hegemonyaya xwe ya gelan li hemberî hev radixe ber çavan, polîtîkayên xwe yên çewisandinê yên li ser jinê didomîne û bi pêkanînên dijmirovî yên weke darvekirinê vê yekê kûrtir dike. Di sala 2022’an de bi qetilkirina Jina Amînî ji aliyê rejîma paşverû ya Îranê ve, dirûşma JIN JIYAN AZADÎ ku mîrateya têkoşîna jinên Kurd e, ne tenê gelên bindest ên Rojhilatê Îranê, li gelek deverên cîhanê jî îlham girt û nasnameyek gerdûnî girt; Vê rastiyê careke din derxist holê ku şoreş û rizgariya civakî tenê bi azadiya jinê pêkan e.
 
'Têkoşîna Werîşe ya azadiyê ya hemû jinan bû'
 
Herî dawî jî ji bo Werîşe Mûradî ya ku li bajarê Sine yê Rojhilat weke endama KJAR'ê têkoşîna jinan dimeşîne û ji 1'ê Tebaxa 2023'an ve girtî ye, biryara îdamê hat dayîn. Têkoşîna Werîşe ya azadiyê ne tenê ji bo wê, ji bo hemû jinên rastî destavêtin, îşkence û ked û bedena wan hatin îstismarkirinbû. Di nameya xwe ya dawî de parastina rojê ya li hemberî tarîtiyê dike û got, "Ji Kurdistanê heta Belûçîstanê, ji Îranê heta Afganîstanê, heta bigihije îdealên li ser jinê, heta dawî li her cure zext û zordariya li ser jinê bi dawî bibe ez ê têkoşîna xwe bidomînim. 'JIN, JIYAN, AZADÎ'." Îro rejîma paşverû ya Îranê; Pêşengê şoreşa azadiyê ji bo ku jinên Kurd bi binçavkirin, girtin û cezayê darvekirinê ceza bike û bitirsîne, her cure rêbazên dijmirovahî bikar tîne. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, tenê di sala 2023’an de li Îranê 853 kes hatine darvekirin. Û 22 ji wan jin bûn.
 
Bang li rêxistinên sivîl ên navneteweyî hat kirin
 
Ruhê berxwedanê, îrade û wêrekiya ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê derxistiye holê, li Rojhilat jî weke hemû parçeyên Kurdistanê bûye tirsa herî mezin a rejîmê. Û em dizanin ku berxwedana jina Kurd û şoreşa azadiyê wê dawî li rejîmên paşverû, yên serdest ên mêr, ku herî mezin sûcdarên qirkirina jinê ne, bi taybetî li Îranê bîne. Weke jin em bang li hemû saziyên sivîl ên navneteweyî yên ku ji bo maf û wekheviyê têdikoşin, rêxistinên jinan û aktîvîstên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin li dijî cezayên darvekirinê yên rejîma paşverû ya Îranê ku weke qetlîamek li ser jin û civakê ferz dikin, dikin ku bibin yek dengê jinên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşin."